Di hilbijartina giştî ya Iraqê de bi sedan binpêkirin hatin tomarkirin

Li gorî rapora Hevpeymaniya Tor û Rêxistinên Neteweyî, di dengdana giştî ya Parlamentoya Iraqê de 117 bûyer hatin tomarkirin. 178 bûyerên dengdana komî hat tespîtkirin.

Hevpeymaniya Tor û Rêxistinên Netewî ya Çavdêriya Hilbijartinan, yekem rapora xwe li ser binpêkirinên dengdana giştî heta saet 15:00’an weşand. Li gor raporê li seranserê Iraqê binpêkirinên cûr bi cûr di dema dengdana hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de hatine kirin.

Yek ji wan binpêkirinan dengdana ne yasayî bû ku li gor raporê ev binpêkirine wiha ne;

-117 bûyer hatine tomarkirin ku dengderan bêyî nîşandana nasnameya fermî deng dane.

-178 bûyerên dengdana bi kom hatine tomarkirin.

Li gelek cihan rê li ber birêveçûna proseya asayî ya dengdanê hatiye girtin:

-37 caran rêgirî li proseya dengdanê hatiye kirin.

-Li 50 sindoqana proseya dengdanê bi fermî hatiye rawestandin.

-Amadebûna ne yasayî û derxistina dengderan.

Li gor raporê binpêkirinên ku hatine kirin tenê ne yên dengderan bûn. Zexta li ser çavdêran jî beşek ji binpêkirinan bû:

-186 kesên bêdestûr di navendên dengdanê de hatine dîtin.

203 rewşên derxistin û dûrxistina çavdêran ji navendên dengdanê hatine tomarkirin. Alîkarên serokên partiyên siyasî di navendên dengdanê de hatine tomarkirin.